Li Nisêbînê qeza: 2 mirî
Li Nisêbînê qeza: 2 mirî
Li Nisêbînê qeza: 2 mirî
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di encama qezayeke trafîkê de du welatiyên bi navê Omer Boga û Halîl Altûn jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Îpekê ya navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê, îro danê sibê li nêzî gundê Tîlkîtepe qezayeke trafîkê rû da. Di qezayê de 2 TIR û qemyonek li hev qelibîn û di encamê de ajokarê TIR'ê Omer Boga û Halîl Altûn ê li gel wî rûniştî, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Ahmet Altûn, Îbrahîm Vîtlî û Abdulvahap Yuce jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.
Ji ber qezayê, rêya bejahî demeke dirêj li trafîkê hat girtin û der heqê qezayê de lêpirsînê destpê kir.