Li Nikaragua’yê derbe li civaka sivîl: 169 saziyên din ên civakî hatin girtin

Desthilatdariya Serokê Dewleta Nikaragua Daniel Ortaga 169 saziyên din ên civakî yên sivîl girt ku rêxistina parastina zarok a bi navê Save the Children jî di nav de bû. Bi vî rengî derbeyeke din li civaka sivîl kir.

Li gorî biryareke ku di rojnameya fermî La Gaceta de hatî weşandin, Desthilatdariya Serokê Dewleta Nikaragua Daniel Ortaga roja Pêncşemê 169 saziyên civakî yên sivîl girt ku rêxistina parastina zarokan bi navê Save the Children jî di nav de bû.

Di biryarê de hate diyarkirin ku ji ber ku li gorî qanûnan tevnegerane, hatin girtin.