Li Mûsilê 3 kurdên êzidî hatin qetil kirin

Li Mûsilê 3 kurdên êzidî hatin qetil kirin

Li Mûsilê li hember kurdên êzîdî êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. 

Li hember şoforên mînîbusan ên xwendekarên êzîdî yên li Zanîngeha Mûsilê dixwînin saet di 09.30'an de êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Salîm Tofîq, Xeyrî Tezmîr ê ji kurdên êzîdî û welatiyê ji kurdên misliman Muhammed Hazim hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku Dewleta Îslam a Iraq Şam (IŞÎD) berî niha xwendekarên êzîdî ji bo li Musilê nemînin tehdît kiribûn. Wan jî li Başîqa mal girtibûn û rojane diçûn û dihatin. Vê carê IŞÎD şofor tehdît kirin. Tevî van tehdîtan jî şoforan xwendekarên dibirin û dianîn."