Li Mûş û Amedê tevgera hewayî

Li Mûş û Amedê tevgera hewayî

Li Mûş û Amedê liv û hevgera hewayî destpê kir. Li Amedê balafirên şer li Mûşê jî gelek helîkopter rabûn. 

Li Amedê gelek balafirên şer ên F-16 li ser hev ji 2. Balafirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn. Balafirên şer ên ji Amedê rabûn nehat zanîn ku bi kijan herêmê de çûn. Li Mûşê jî hat diyarkirin ku 2 helîkopterên skorsky ji Fermandariya Alaya Mûşê ber bi herêma Qizilxaçê ve çûn. Hat zanin ku helîkopteran li ser Çiyayê Kozme Darbiye û Zengokê bi nizmî firiyan.