Li Milazgirê protestoya Licê
Li Milazgirê protestoya Licê
Li Milazgirê protestoya Licê
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Milazgirê, komkujiya leşkerên Tirk a li gundê Hêzan ê Licê, ku di encamê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn, şermezar kir.
Komkujiya leşkerên Tirk a li gundê Hêzan ê Licê, ku di encamê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn, ji aliyê Rêveberiya BDP'ê ya navçeya Milazgirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ber avahiya partiyê, hat şermezarkirin. Li daxuyaniya çapemeniyê endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Alper Bûdak, Şaredarê Milazgirê M. Nûrî Balci, rêveberên BDP'ê yên navçeyê û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" û wêneyên Medenî Yildirim hatin hilgirtin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Milazgirê Emîr Yûrdakûl da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê ketiye qonaxa duyemîn û got, "Li gel vê rewşê jî, hukûmeta AKP û Serokwezîr Erdogan hînê gaveke berçav neavêtiye, di ser re mejiyê xwe yê yek dewlet, yek ziman, yek milet, dûbare dike. Di çêkirina qereqol û bendavan, di pergala cerdevaniyê de israr dike."
Yûrdakûl diyar kir ku, ji ber helwesta Erdogan êrişên li dijî gelê Kurd dewam kirine û got, "Li Licê di encama gulereşandina leşkeran de welatiyekî me yê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û gelek welatiyên me birîndar bûn. Tevî kiryarên vê hovîtiyê diyar in jî, hewl tê dayîn ser bûyerê bê nixumandin. Eger AKP û Erdogan di vê der barê gavan neavêje, neçare hesab dide gel û demokrasiyê û di rewşeke bi vî rengî de wê di binê vî barî de bimîne."
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku, çêkirina qereqolan tavilê bên rawestandin û girtiyên siyasî serbest bên berdan.