Li Merîwanê li dijî çalakê Kurd sûîqest
Li Merîwanê li dijî çalakê Kurd sûîqest
Li Merîwanê li dijî çalakê Kurd sûîqest
Li bajarê Rojhilatê Kurdistan Merîwanê rojnamevanê Kurd Hîwa Bûtîmar di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bû. Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Bûtîmar ku ji aliyê kesên nenas ve hate birîndarkirin baş e.
Rojnamevanê Kurd Hîwa Bûtîmar ê 35 salî roja 29’ê gulanê li bajarê Merîwanê li ji aliyê du kesên nenas bi çekên ku curê wan nehetin zanîn hat sûîqestkirin û di encamê de birîndar bû.
Hate ragihandin ku bûyer wiha qewimî: Roja 29’ê mijdarê saet di 10.30 de du kesên li wesayita bi markaya Pegeot Pars siwar bibûn, ji rojnamevan Hîwa Bûtîmar navnîşanek pirsîn. Piştre wesayît ji wî derbas bû kesek ji paş ve êrîş wî kir. Di êrîşê de çek hatibûn bêdengkirin û Bûtîmar ji stûyê xwe birîndar bû.
Li gorî agahiyan kesek ku xwe pişt wesayitê veşartibû da zanîn ku temenê êrîşkaran di navbera 25 û 30 salan de bû û êrîşkar bi Kurdî diaxivîn, bi devoka Merîwanê nediaxivîn.
Hate diyarkirin ku Bûtîmar rakirin nexweşxaneyan û rewşa wî baş e. Bûtîmar sala 2006 ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin û piştî ku 6 salan di girtîgehê de ma 21’ê mijdara 2012’ê serbest hat berdan.