Li Mêrdînê kesek hat binçav kirin
Li Mêrdînê kesek hat binçav kirin
Li Mêrdînê kesek hat binçav kirin
Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê leşkeran welatiyê bi navê Mehmet Çiçek (41) dema berû kom dikir binçav kirin.
Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê di 1'ê Kanûnê de welatiyê 41 salî Mehmet Çiçek, berû kom kirin û xistin torbeyan û li nava zeviyê hiştin. Çiçek, dema torbeyên xwe tije berû dikir û dihat malê, di 3'ê kanûnê de li gel zarokê xwe yê 12 salî jibo biçin wan torbeyan ji nava zeviyê bînin li nava rez ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatin binçavkirin. Leşkeran Çîçek ji bo ifadeya wî bigirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê. Hat zanîn ku Çîçek bi îdîaya "Berû daye PKK'ê" hatiye binçavkirin.