Li Malî herî kêm 11 leşker hatin kuştin
Li Malî welatê rojavayê Afrîkayê, di êrîşa komên Îslamî yên tund a li hemberî artêşê de herî kêm 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Malî welatê rojavayê Afrîkayê, di êrîşa komên Îslamî yên tund a li hemberî artêşê de herî kêm 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Malî welatê rojavayê Afrîkayê, di êrîşa komên Îslamî yên tund a li hemberî artêşê de herî kêm 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya hikûmeta Malî de hat ragihandin ku di êrîşa li herêma Tombûktû de 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku cihê êrîş lê hat kirin yekîneya parêzvanên neteweyî ya li Goûrma-Rharoûs bû, ku 140 kîlometre dûrî navenda Tombûktû ye.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser milê xwe, lê balkêş e rayedarên leşkerî ji bo berpirsyaran gotinên 'terorîst' û 'cîhadîst' bi kar tînin.
Li Tombûktû, li hemberî leşkerên Bûrkîna Faso yên ser bi Mîsyona Malî ya Neteweyên Yekbûyî (Mînûsma) wezîfeyê dikin di 2'ê Tîrmehê de êrîşek hatibû kirin û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Rêxistina bi navê El Qaîde ya Magreb (Aqmî) berpirsyariya vê êrîşê girtibû ser milê.
Li gorî hin çavkaniyên leşkerî yên xwecihî, êrîşa duh ji aliyê rêxistineke bi navê Ansar-Dîn ve hatiye kirin.
Li Malî, rêxistinên Aqmî, Ansar-Dîn û hin komên din ên ku piştî darbeya leşkerî ya sala 2012'an qelsbûna artêşa Malî ji xwe re weke firsend dîtin, li bakurê Malî welatê gelê Berberî Azawad dagir kriibûn. Piştî vê hewldana ku hin rêxistinên Berberî destek dabûn, van rêxistinên Îslamî dûre êrîşî Berberiyan kiribûn.
Di Çileya 2013'an de jî bi operasyoneke ku yekser ji aliyê Fransayê ve hatibû birêvebirin, ev herêma bajarên Gao û Tombûktû jî lê ne, ji van rêxistinan hatibû stendin. Lê belê bi taybetî li qada bejahî xebatên leşkerî yên rêxistinên Aqmî û Ansar-Dîn dewam dikin.