Li London, Marsîlya û Reimsê çalakiyên ji bo Kobanê

Li London, Marsîlya û Reimsê çalakiyên ji bo Kobanê

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava bi taybetî Kobanê, li Îngilîstan û Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

REÎMS

Li bajarê Reîms ê Fransayê, ciwanên Kurd buroya rojnameya Union dagir kirin û banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî kirin. Di çalakiya ku nêzî 40 ciwan beşdar bûn de, ji bo destekkirina Kobanê ji hêzên navneteweyî hat xwestin ku bikevin nava tevgerê. Çalakger bi dîrektorê weşanê yê rojnameyê Didier Louis re hevdîtin kirin û xwestin, ku bala çapemeniya Fransayê li Kobanê be. Rayedarên rojnameyê jî dan xuyakirin ku ji bo li Kobanê hovîtiyek neyê jiyîn çi ji destê wan bê ew ê bikin.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî, li dû meşa bi beşdariya zêdeyî sê hezar kesî ya duh, çalakiya nobedê dewam dike. Di çalakiya nobedê ya bi beşdariya hejmarek zêde welatparêzên Kurd de, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û ziyaretvan di mijara Kobanê de hatin agahdarkirin.

LONDON

Bi pêşengiya Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk li Brîtanyayê, duh bi beşdariya 2 hezar Kurdistanî û dostên wan li Bakurê Londonê meşa piştevaniya Kobanê hat lidarxistin.

Çalakî li herêma Edmonton a Bakurê Londonê bi rêzgirtinê destpê kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê nûnerên Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk axaftin kirin. Di axaftinan de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran ên li hemberî Kantona Kobanê hatin şermezarkirin û bang li her kesên ku alîgirên mirovahiyê ne hat kirin ku bi ruhê seferberiyê xwedî li Kobanê derkevin. Yek ji lîderên nifşê 68'an Mûstafa Yalçiner ê li Londonê ye, beşdarî çalakiyê bû.

Li dû axaftinan girseya gel meşiya, belavok belav kir û li dijî DAIŞ'ê dirûşme qîriya. Li dû meşa sê saetan, çaalkî li ber Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê bi dawî bû.

Li aliyê din wê îro bi pêşengiya Meclîsa Gel a Brîtanyayê greva birçîbûnê destpê bike. Greva birçîbûnê wê saet di 18:00 de li meydana Trafalgarê destpê bike. Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê der barê mijarê de daxuyaniyek da û bang li gel kir ku bi ruhê seferberiyê beşdarî çalakiyan bibe.