Li Kolombiyayê helîkoptera êrîşê ket: 15 polîs mirin

Li Kolombiyayê di operasyona li hemberî komeke paramîlîter a bi navê Clan Ûsûga de, helîkoptereke polîsan ket xwarê û di encamê de 15 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kolombiyayê di operasyona li hemberî komeke paramîlîter a bi navê Clan Ûsûga de, helîkoptereke polîsan ket xwarê û di encamê de 15 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê Kolombiyayê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku helîkoptera bi tîpa Blackhawk a 17 polîs tê de bûn li qada di navbera bajarên Carepa û Chîgorodo yên herêma Antîoqûîa ketiye xwarê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji polîsen di helîkopterê de 15 polîsan jiyana xwe ji dest dane û sedema ketina helîkopterê nehatiye ragihandin.

Lê belê di daxuyaniya polîs de hat ragihandin ku helîkopter di dema êrîşeke di çarçoveya operasyona Agamemmnon a li hemberî komeke paramîlîter a bi navê Clan Ûsûga ketiye.

Mezintirîn rêxistina krîmînal a Kolombiyayê Clan Ûsûga tê texmînkirin ku xwedî hezar 200 endaman e.