Li Kerkûkê Zîlan hate bibîranîn
Li Kerkûkê Zîlan hate bibîranîn
Li Kerkûkê Zîlan hate bibîranîn
Gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 17’mîn salvegera şahadeta xwe de li bajarê Kerkûkê hate bibîranîn.
Duh li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an de ji ber komploya hundir û derve ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd li Dêrsimê çalakiyek fedaiyane pêkanî bû, hate bibîranîn.
Çalakiya bîranînê li navenda Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ya li Kerkkûkê ji aliyê Encumena Jinan û Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci hatibû amadekirin hate nîşandan û piştre peyamên rêxistinên jinan hatin xwendin. Peyama RJAK’ê ji aliyê Mamoste Beharewe ve hate xwendin û di peyamê de hat gotin: “Şehîd Zîlan felsefeya jiyana azad û azadiya hemû jinane.” Her wiha di peyamê de hate diyarkirin ku, ew dê wekî Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê heta dawiyê li ser xeta Kinaci bin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.
Piştre Endama Encûmena PÇDK’ê Tara Huseyin jî axaftinek kir û got: “Raste Zîlan li Bakûrê Kurdistanê ev çalakî pêk anîn, lê niha bûye sembola hemû jinên Kurd”. Tara Huseyin da zanîn ku, Kinaci bi çalakiya xwe peyameke girîng li dijî komploya li dijî gelê Kurd daye. Tara Huseyin nerazîbûn nîşanî girtina deriyê sînor li ser Rojavayê Kurdistanê da û polîtîkaya Hukûmeta Herêma Kurdistanê ya di vî warî de bi tundî rexnekir û diyar kir ku, ev hewldan bi tu awayi xizmeta gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê nake.
Endama Encumena PÇDK’ê Tara Huseyin dirêjkirina dema Serokatiya Parlementoya Kurdistanê jî rexne kir û vê yekê weke binpêkirina mafê gel û vîna azad a gel bi nav kir û got: “Divê gel û aliyê siyasî û serbixwe vê bêrêziyê qebûl nekin û helwest nîşan bidin.”