Li Kerkûkê teqîn: kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

Li Kerkûkê teqîn: kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

Li Kerkûkê bombeya ku di maşînekê de hatibû bicihkirin teqiya û di encama teqînê de kesek mir û du kesên din jî birîndar bûn.

Li bajarê Kerkûkê li nêzî bazara Orzî di demjimêr 09:40’an de bombeya ku ji bo teqandinê di maşinekê de hatibûn bicih kirin teqiya. Di encama teqînê de ji sê kesên di maşinê de kesekî jiyana xwe ji dest da û herdyên din jî birîndar bûn. Hate zanîn kesên di maşînê de dixwestin li Kerkûkê êrîşa bombeyî pêkbînin lê vê carê hesabê êrişkaran li bazarê nehat.

Li gorî agahiyên ji cihê buyerê hatine standin maşinek din jî bo teqinê hatibû amedekirin lê ji aliyê wan ve hatiye pûç kirin û êrîşkar ne gihiştin armanca xwe. Heman çavkaniyê da diyar kirin kû kesên di maşînê de runiştvanên bajarê Diyala ne.