Li Kerkûkê pevçûn: mirî û birîndar hene
Li Kerkûkê pevçûn: mirî û birîndar hene
Li Kerkûkê pevçûn: mirî û birîndar hene
Li bajarê Kerkûkê îro li ber avahiya îstixbarata Îraqê teqînek çêbû, piştî teqînê êrîşkaran avahiya îstixbaratê xist di bin kontrola xwe de, ta niha şer û pevçûn di navbera çekdar û hêzên polîsan de didome.
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê îro li ber avahiya îstîxbareta îraqê otombîlekî teqiya û piştî teqînê hêjmarek çekdar êrîşî avahiyê kirin û bang kirin ku avahî bi tevahî ketiye bin destê wan de.
Li aliyê din hêzên Ewlehiyê yên bajêr bi tundî li dijî wan şer dikin û hat ragihandin ku ta niha jî şer di dome.
Hat ragihandin ku ta niha 4 çekdarên êrîşkar hatine kuştin û çend ji birîndarin.
Li milê din çavkaniyên herêmî jî dan diyar kirin ku ta niha 67 birîndar şandine nexweşxaneyên bajêr.
Li bajarê Kerkûkê sala par jî rastî êrîşên hêzên çekdar hatibû.
Li gorî çavkaniya ta niha jî pevçûn didomin.