Li Kerkûkê êrîş: 9 mirî 60 birîndar
Li Kerkûkê êrîş: 9 mirî 60 birîndar
Li Kerkûkê êrîş: 9 mirî 60 birîndar
Li bajarê Kerkûkê îro li ber avahiya îstixbarata Îraqê teqînek çêbû, piştî teqînê êrîşkaran avahiya îstixbaratê xist di bin kontrola xwe de, ta niha şer û pevçûn di navbera çekdar û hêzên polîsan de didome.
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê îro li ber avahiya îstîxbareta îraqê otombîlekî teqiya û piştî teqînê hêjmarek çekdar êrîşî avahiyê kirin û bang kirin ku avahî bi tevahî ketiye bin destê wan de.
Li gorî zanyariyên destpêkê hatine wergirtin 9 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne. Li gorî heman serçaveyan, ji kesên mirî yek sivîle û 8kesên dinjî endamên asayîş û artêşa Îraqê ne.
Li gorî zanyariyên rêvebirê polîsan yê Kerkûkê Serhed Qadir ji bo çapemeniyê dane, şer bi awayekî dijwar berdewam dike û avahî ji sedî 90’ê wê ketiye dibin qontirola hêzên ewlehiyêde.
Wezîrê pêşmergeyan Cebar Yawer jî daxuyaniyek da û got: Hêzên pêşmergeyan ji dervey Kerkûkê ne û ewlehiya dinava bajêr de girêdayî merkeza navendî ya Bexdayê ne.
Li ser êrîşê serokê hikûmeta herêma federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekêde behsa ewlehiya bajarê Kerkûkê kir û got: “ Rewşa ewlehî ya bajarê Kerkûkê nemaye. Mixabin gelek komên çekdar liwêderê bicih bûne. Bûyera ku îro çêbûye vê rastiyê radixe berçavan. Ji bo bajarê Kerkûkê em ji bo her cûre alîkariyê amadene.”