Li Kelarê rojnamevanek hat qetil kirin
Li Kelarê rojnamevanek hat qetil kirin
Li Kelarê rojnamevanek hat qetil kirin
Li navçeya Silêmaniyê Kelarê rojnamevanê bi navê Kawa Germiyanî di encama êrişekî bi çekde jiyana xwe ji dest da.
Li gorî serçaveyekî herêmî ji ANF’ê re ragehandiye wiha got: “Pêş çend deqeyek li niha li taxa Serkewtinî a Kelarê rojnamevanê bi navê Kawe Germiyanî ji aliyê komek çekdarên nasnameya wan ne diyar ve li pêş deriyê mala wî dane ber guleyan û li cihê boyerê jiyana xwe ji dest daye.”
Heman serçave diyar kir ku rojnamevan Kawe Germiyanî edîtorê govara Rehêl e. Cenazeyê Germiyanî ji bo lêkolînê niha li nexweşxaneya Kelare.
Muqedem Hesen berpirsê giştî yê polîsên Germiyan ev êrişe piştrast kir û ji ANF’ê re ragehand ku rojnamevan Kawe Germiyanî îşev li gorî saeta herêmê di saet 21.40’an de li pêş dergehê mala xwe li taxa Serkewtinî bajarê Kelarê ji aliyê çend çekdarên nasnameya wan ne diyar ve hatiye gule baran kirin.
Li herêmê girêdayî boyerê polîsan dest bi lêgerînê kirin.