Li Kelarê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin
Li Kelarê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin
Li Kelarê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya îmzeya ya ‘Ji Ocalan û Girtiyên Siyasî re Azadî’ ku li başûrê Kurdistan û Iraqê destpêkirî, li navçeya Kelarê îmze hatin komkirin.
Duh li navçeya Kelara Silêmaniyê di çarçoveya kampanyaya îmzayan ya ‘Ji Ocalan û Girtiyên Siyasî re Azadî’ ji aliyê Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK), Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Gencanî Welatparêz ve hate destpêkirin. Li gorî daxuyaniya ji aliyê komîteya kampanyayê ve hate dayîn, wê li seranserê herêma Germiyan kampanya were destpêkirin û pêngava yekem ya destpêkirina kampanyaya herêma Germîyan ya li navçeya Kelarêye.
Kampanyaya ku duh li nava bazara navçeya Kelarê hatiye destpêkirin, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin tê nîşakirin.
Komîteya amedekar ya kampanyayê da xuyakirin ku, di rojên pêş de wê li navçeyên Duzxurmato, Kifrî, Serqela, Rizgarî, Xaneqîn, Mendelî, Pêbaz û tevayî gundên herêm û tevayî gundên Germiyan wê kampanya jibo ‘Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî’ were destpêkirin.
Herwiha daxuyaniya ku ji aliyê komîteya amedekar ya kampanyayê ve hatiye dayîn de, hate gotin ku, pêwîste gelê me bi germî nêzîk kampanyayê bibe da bikarîn zextê li ser welatên Ewrûpa û DYA û NY’ê bidin kirin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê xwe bileyzin. Herwiha hate gotin ku, wê kampanya ji 5’ê Gulanê 2013 heta 15’ê Tebaxa 2013’ê berdewam bike.