Li Îzmîrê şahiya helbestên kurdî

Li Îzmîrê şahiya helbestên kurdî

Li Îzmîrê Kurdî-Der û weşanên Na bi wesîleya Cejna Zimanên kurd bernameyeke helbestan organîze kir.

Bi pêşengiya Kongeya Netewî ya Kurdistanê (KNK), TZPKurdî û saziyên netewî yên kurd di sala 2006’an de 15’ê Gulanê  wek Roja Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Bernameyên cejna kurdî dest pêkirin.

Di çarçoveya vê de li Îzmîrê ji aliyê Kurdî-Der û weşanên Na ve bernameya helbestan hat organîzekirin. Bernameya li avahiya Kurdî-Der a Îzmîrê pêk hat, helbestkar-nivîskar Cîhan Roj, Recep Dîldar û Kalê Qurdisi tevli bûn.

Helbestkaran helbestên xwe yên kurdî xwendin û rastî eleqeyeke mezin hatin.