Li Hewlêrê rêxistinên sivîl ‘meclis’ avakirin
Li Hewlêrê rêxistinên sivîl ‘meclis’ avakirin
Li Hewlêrê rêxistinên sivîl ‘meclis’ avakirin
Bi dehan rêxistinên civaka sivîl li bajarê Hewlêr yê Herêma Federal ya Kurdistanê hatin gel hev û Meclisa Bilind ya Rêxistinên Civaka Sivîl ya Kurdistanê avakirin.
Rêxistinên civaka sivîl ên li Herêma Federal ya Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hatin gel hev. Di civîna ku nîqaşên berfireh têde hatin kirin de “Encûmena Bilind ya Rêxistinên Saziyên Medenî ya Kurdistanê” avakirin.
Di civînê de beşek ji nûnerên saziyên sivîl bertek nîşanî îlan û hilbijartina serokatiya Meclisa Bilind ya Rêxistinên Civaka Sivîl ya Kurdistanê da, lê li rexmî îtîrazê jî serokatiya rêxistinê hate hilbijratin. Hilbijartina ku du berendaman pêşbirk kir, Ednan Enwerbeg piraniya dengan stand û bû Serokê Meclisa Bilind ya Rêxistinên Civaka Sivîl ya Kurdistanê.
Ji ber ku hêjmara berendaman pir bû, hilbijartina lijneya rêveber ya Meclisê ji civînek din re hiştin.