Li Hewlêrê 1’ê Gulanê hate pîroz kirin
Li Hewlêrê 1’ê Gulanê hate pîroz kirin
Li Hewlêrê 1’ê Gulanê hate pîroz kirin
Hemwelatiyên Azad û RJAK bi wesîleya 1’ê Gulanê li navenda bajêrê Hewlêr bi amedebûna girseyek qerebalix daxuyaniya çapemeniyê dan.
Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev bi boneya Roja Karkerên Cîhanê 1’ê Gulanê, li Parka Şar ya Hewlêrê bi beşdarbûna gelek karker, nûnerên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa RJAK’ê Hîlal Ehmed ve hate xwendin, hate gotin ku ked û kar kirin xweşiktirîn, biwatetirîn û pîroztirîn nirxê jiyanê ye û di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja têkoşîna jibo gihiştina jiyanek bişeref li hemû karkerên cîhanê, bitaybet li karkerên Kurdistan û jinên karker pîroz dikin. Îro roja kombûn û yekbûna li hember çîna sîstema modernîteya sermayedariyê û şermezarkirina avakirina cîhanek bê kede. Cîhanek bê ked, cîhanek dagirkiriye û jiyan tê de yeksane bi merg (ruh). Lê hêza kedkar, rêncber tu caran dagirkirina jiyanê ji bi riya aboriyê ji sîstema modernîtaya sermayedar û kapîtalîst ne pejirandiye bi tu awayî na pejirîne û wê tekoşîna xwe hertim di asta herî bilind û hêjayî jiyanek wek de bidomîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, karkerên Kurd hemû caran pêşmerge, gerîlla û zehmetkêş bûne û bi vê riyê berhemên mezin û pîroz pêşkeşî dayîk, karker û gelê xwe yê bindest kirine. Di daxuyaniyê de balkêşand ser karkerên Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê, karkerên Kurd hêza sereke ya şoreşa têkoşîna rizgariya mafên rewa yên Kurd û Kurdistanê bûn û bûn hêzek herî mezin ya bidestxistina destkeftiyên netewî. Lê heta niha tû mafekê wana yê zagonî tuneye û rojane bi dehan karker di nav karê xwe de bi mirinê re rûbirû ne. Pêwîste maf û jiyana karkeran birêya zagonan bê xistina garantiyê de û ji wana re derfetên kar û maaş were çêkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de peyama Hemwelatiyên Azad û RJAK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê wiha hate gotin: “Em wek Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, 1’ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê bitaybet li karkerên Kurd û jinên karker pîroz dikîn û bang li wana dikin ku bila xwedî li mafên xwe derbikevin û rê nedin sîstema modernîteya qapîtalîst û çîna sermayedar mafên wana binpê bikin.”
Piştî daxuyaniyê girseya gel dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulan’, ‘Bijî Azadî, Bijî Ked’ û ‘Bijî Çîna Karker’ avêtin û belav bûn