Li hember erdhejzedeyan niha jî tacîza polîsan a bi sîren
Li hember erdhejzedeyan niha jî tacîza polîsan a bi sîren
Li hember erdhejzedeyan niha jî tacîza polîsan a bi sîren
Erdhejzedeyên ku di nîvê zivistanê de bi dervemayînê re rû bi rû mane niha jî rastî tacîza polîsan a bi sîren tên. Erdhejzedeyan diyar kirin ku piştî ji bo ji konteyneran werin derxistin wext dane wan, bi dengê sîrenên polîsên (Dengê wesayîtên polîsan) ku dewriye digerin re şiyar dibin û bi gotina "Ji bo em dengê xwe bidin bihîstin ma em xwe bişewitînin" mexdûriyeta xwe anîn ziman.
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî polîsan diyar kirin ku wê konteynerên Alkanat ê erdhejzede têde dimînin di 28'ê Mijdarê de vala bikin niha jî bi sîrenan zextê li erdhejzedeyan dikin. Yek ji erdhejzedeyên bi navê Cengîz Gun diyar kir ku ji aliyê polîsan ve tên tacîzkirin û wiha berdewam kir, "Hewl didin bi polîsan me bitirsînin. Zarokên me di nav tirsê de ne. Em çawa bikin û biçin ku derê?"
LI HEMBER WEKÎLÊ AKP'YÎ NERAZÎBÛN
Welatiyê bi navê Muhlîs Îşleyen jî diyar kir ku mirovên di konteyneran de dimînin di aliyê aborî de pirsgirêkên wan hene, zarokên xwe di nav betaniyan de û bi tupên gazê germ dikin. Îşleyen li hember Parlamenterê Wanê yê AKP'ê jî nerazîbûn nîşan da û got, "Dema birêz wekîlê me diaxive timî rizaya Xwedê derdixe pêş. Em jî bang lê dikin. Ji bo Xwedê were û ji bo Xwedê bibe şahid û biryarê bide."
'JI BO DENGÊ ME BÊ BIHÎSTIN MA EM XWE BIŞEWITÎNIN?'
Îşleyen diyar kir ku bêçare ne û axaftin xwe wiha bi dawî kir, "Ji bo dengê me bê bihîstin ma em xwe bişewitînin? Ma em bi zarokên xwe ve benzînê bi xwe dakin û xwe bişewitînin? Wê sibe bên ji bo Xwedê dengan ji me bixwazin. Ji bo Xwedê em mexdûr in mexdûr in."