Li Hambûrgê ji bo Rojava û Licê çalakî
Li Hambûrgê ji bo Rojava û Licê çalakî
Li Hambûrgê ji bo Rojava û Licê çalakî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya bi Rojava û şermezarkirina komkujiya li Licê çalakiyek lidar xistin.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, li Hauptbahnhof Hachmannplatzê bi piştgiriya ATÎK, DÎDÎF, AGÎF û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) mîtîngek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên rêxistinên sosyalîst û KJB'ê ahtin hildan.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn Nazan Urgut axivî û zextên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Urgut da xuyakirin ku komkujiya li Licê nayê qebûlkrin û got, "Divê li dijî zextan em hîn bêtir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin."
Urgut ragihand ku divê bi komkujiyan bersiv ji pêvajoya aştiyê re neyê dayîn û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ewê li dijî vê li ber xwe bidin. Urgut da xuyakirin ku ambargoya li Rojava û komkujiya li Licê gunehê mirovahiyê ye û anî ziman ku ti hêz bi bombebaran, ambargo û zextan, wê nikaribe şoreşa azadiyâ ya li Rojavayê Kurdistanê têk bibin.
Li ser navê ciwanên Kurd li Hambûrgê jî axaftinek hat kirin û hat destnîşankirin ku, jiyana azad a li Rojavayê Kurdistanê bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê damezrandin, ji aliyê ti kesî ve nikare were astengkirin. Ciwanan dan xuyakirin ku hukûmeta AKP'ê jî samimiyeta xwe ya li pêşberî pêvajoya aştiyê jî, bi komkujiya li Licê re nîşan daye.
Di axaftina li ser navê tevgerên sosyalîst de jî hat ragihadin ku berxwedana gel a li Taksîmê, hukûmeta AKP'ê bêzar kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi komkujiya li Licê re hewl hatiye dayîn derbe li pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bê xistin hat gotin ku AKP di vê rê de serî li ser rêbazên dek û dolaban dide.
Mîtîng li dû axaftinan bi dawî bû.