Li gundê Serayê serdegirtina malan: 12 binçavî

Li gundê Serayê serdegirtina malan: 12 binçavî

Leşkerên Tirk li Gundê Heretîlê yê Navçeya Sarayê di ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de 12 welatiyên ku kuştina Senar Xalîbî ê 26 salî şermezar kirin hatin binçavkirin.

Li Gundê Heretilê yê Navçeya Saraya Wanê leşkerên Tirk bi hinceta tevlî karê qaçaxiyê bûne di demjimêrên  serê sibehê de di ser malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malên gundan de bi hinceta kuştina Senar Xalibi ê 26 salî ku di 9'ê Cotmehê de hatibû kuştin şermezar kirine binçavkirin.

Leşkeran welatiyê bi navê Ersîn Pilatîn, Abdullah Pilatîn, Cumhur Pilatîn, Sileymen Pilatîn, Sînan Pilatîn, Tarik Îzgî, Emrah Îzgî, Îbrahîm Eryaşar, Rifat Yakin, Şefik Aker, Yaşar Ozdemet û Îzzettin Bat binçavkirin. Welatiyên ku lêpirsîna wan li qereqolê bi dawî bû sewqî Dozgeriya Komarê ya Sarayê hatin kirin.