Li gorî TUÎK bêkarî herî zêde li bajarên Kurdan heye
Li gorî TUÎK bêkarî herî zêde li bajarên Kurdan heye
Li gorî TUÎK bêkarî herî zêde li bajarên Kurdan heye
Midûrê Herêma Amedê yê Lijneya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) M. Salih Uraş da diyarkirin ku, li gorî daneyên îstatîstan li tevahiya Tirkiyeyê di sala 2011’an de rêjeya bêkariyê 9,8 bû û di sala 2012’an de jî weke 9, 2 ye. li gorî daneyên TUÎK’ê derket holê ku, di du salên dawî de cihê ku herî zêde rêjeya îstîhdamê ketî û rêjeya bêkariyê bilind bajarên Kurdistanê ne.
Midûriyeta Herêma Amedê ya TUÎK rêjeya îstîhdam û hêjmara bêkariya salên 2011 û 2012’an aşkera kirin. Li gorî encamên xebatên Model de di sala 2011’an de; bajarên ku rêjeya bêkariyê lê bilind, Semsûr (sedê 16,1), îzmîr (sedê 14, 7) û Dîlok (sedê 14,4) hatin diyarkirin . bajarên ku rêjeya bêkariyê lê kêm jî; Kutahya (sedê 4,6), Manîsa, Uşak û Çorum (sedê 4,7) û Çanakkale (sedê 4,8) hatin aşkera kirin.
Li gorî encamên xebatên Modelê di sala 2012’an de; bajarên ku rêjeya bêkariyê lê pir bilind jî, Êlih, (sedê 25,0), Mêrdîn (sedê 20,9) û Sêrt (sedê 20,0) hate aşkera kirin. bajarên herî kêm bêkarî jî heyî, Kutahya û Uşak (sedê 4,2), Manîsa û Ardahan (sedê 4,4) û Afyonkarahîsar (sedê 4,6) hate diyarkirin.
BAJARÊN RÊJEYA ÎSTÎHDAMÊ HERÎ KÊM JÎ; AMED, ÊLIH Û SÊRT
Li gorî daneyên Midûrê Herêmê yê TUÎK’ê M. Salih Uras aşkera kirîn û di heman demê de li gorî encamên xebatên Modelê di sala 2011’an de; welatên ku herî zêde îstîhdama wan heyî Burdur û Kastamonu (sedê 58,4), Bartin (sedê 56,6) û Sînop (sedê 56,1) hate aşkera kirin. Bajarên ku îstîhdama wan jî pir kêm Amed (sedê 28,0), Sêrt (sedê 29,1) û Êlih (sedê 29,5) hatin aşkera kirin.
Li gorî encama xebatên Modelê jî di sala 2012’an de; bajarên herî zêde îstîhdama wan heyî, Bartin (sedê 57,5), Ardahan (sedê 57,3) û Bûrd3ur (sedê 55,8) hatin diyarkirin. Bajarên ku îstîhdama wan pir ketî jî Amed (sedê 25,0), Êlih (sedê 26,5) û Sêrt (sedê 27,2) hatin diyarkirin.