Li gorî Rûsyayê NATO hewl dide ku şerî dirêj bike

Moskowayê NATO tawanbar kir ku Ûkraynayê provoke dike ku şer dirêj bibe.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmîtrî Peskov got: ‘’Di serî de DYE û welatên Ewropayê yên endamên NATO'yê  di demên dawî de di nava hin hewldanên derxistina geremolên nû de ne.’’

Peskov di kurtedaxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo ku vî şerê bêwate bidin dirêjkirin, Ûkraynayê bi awayên cuda provoke dikin. Lê belê wê ev yek bibe zirara wan welatên ku hewl didin rageşiyê derxînin û Ûkraynayê provoke dikin.’’