Li gorî Hamasê nêzî 38 hezar kes li Xezeyê hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrişên Îsraîlê de nêzî 38 hezar kes hatin kuştin.

Wezaretê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de heta niha 37 hezar û 925 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 25 kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve 87 hezar û 141 kes li Şerîda Xezeyê birîndar bûne.