Li gorî Îranê Netanyahû şovê dike

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf sûcdariya Serokwezîrê Israîlê Benjamîn Netanyahû ku gotibû xwedî 'tesîsa veşartî ya stokkirina atomê ye' red kir.

Cevad Zarîf li ser hesabê Twîtterê got, ''Ti şov wê nikaribe ser wê rastiyê bigire ku Israîl li herêma me tekane welat e ku xwedî bernameya çeka nukleer a veşartî ye û nehatiye ragihandin.''

Netanyahû Pêrşmê li Desteya Giştî ya NY'yê gotibû Îran têkilî bombeya atomê xwedî tesîseke veşartî ya stokkirina atomê ye.

Netanyahû wêneyên têkilî avaniyeke li navenda Tehranê nîşan da û got, ''Ya ku Îran vedişêre wê Israîl bibîne''.
Netanyahû bi bîr xist ku dawiya meha Nîsanê hin belgeyên din par ve kiribû ku nîşan dide Îran xwedî bernameya nukleer a veşartiye û bang li Saziya Enerjiyê ya Atomê kir, beriya ku avahî were valakirin mifetişan bişîne.

Netanyahû her wiha got ew kêfxweş in ku DYA Gulanê ji peymana nukleerê vekişiyaye.
Rejîma Îranê 20'ê Îlonê jî xwestibû ku NY gefên Israîlê mehkûm bike û bernameya nukleerê kontrol bike.
Netanyahû dawiya Tebaxê dema serdana rektoreke nukleer a veşartî kiribû, gotibû Israîl, 'xwedî wan derfetan e ku dikare dijminên xwe tine bike''. Ev gotinên Netanyahû amaje bi 'bombeya atomê' kiribû.