Li girtîgeha Mûşê 13 girtiyên din hatin sirgûnkirin

Li girtîgeha Mûşê 13 girtiyên din hatin sirgûnkirin

Li Girtîgeha Mûşê piştî 71 girtî hatin sirgûnkirin 13 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin. 

Li Girtigeha Tîpa E ya Mûşê, piştî ku girtiyên jin li dijî binpêkirina mafan çalakî pêk anîn, sirgûn zêde bû.

Hat zanîn ku şevê din 13 girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji Girtîeha Tîpa E ya Mûşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatin kirin. 

Berê jî li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ji ber zext û zordariyên li ser girtiyan zêde bûbû, girtiyên jin li dijî zextan çalakî pêk anîbûn û 7 jinên girtî rastî lêdanê hatibûn. 

Pişti îsyana girtiyên jin 61 jê mêr, 10 jin bi tevahî 71 girtiyên siyasî sirgûn bûbûn.