Li Girtîgeha Edîrneyê 15 girtiyên PKK'yî di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Edîrneyê 15 girtiyên PKK'yî di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê 15 girtiyên PKK'yî li dijî binpêkirina mafan, lêgerîna tazî, pêkanînên kêfî û zextan ji 1'ê Kanûnê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, li gel girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatin sirgûnkirin û dema gihaştin girtîgehê rastî lêgerîna tazî û lêdanê hatin 15 girtiyên ji doza PKK'ê, li dijî lêgerîna tazî, nebirina nexweşxaneyê, bersivnedayîna serlêdanên wan ji 1'ê Kanûnê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Xizmên girtiyan dan xuyakirin ku 120 girtiyên ji doza PKK'ê jî bi armanca destekdayîna çalakiyê kom bi kom ji bo 3 rojan greva birçîbûnê ya dorveger pêk tînin.

Hat ragihandin ku piştî destpêkirina greva birçîbûnê, tevî girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger 30 girtî sewqî Girtîgeha Sîlîvrî hatine kirin. Li gorî agahiyên ji malbatan hatine wergirtin, binpêkirinên mafan ên girtiyan xwestine bi raya giştî re werin parvekirin wiha ne:

- Li girtîgehan pêkanîna lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin

- Dema li hevkombûna girtiyan ku heftane 10 saetin, kirine mehane 10 saet

- Rêveberî û dozgeriya girtîgehê bersivê ji daxwaznameyên girtiyan ên li ser binpêkirinên mafan, bersivê nadin

- Bi îdîaya ku kalorîfer xerabe ye, kalorîfer nayê pêxistin û ava germ nayê dayîn

- Bi ti awayî girtiyan naşînin revîr an jî nexweşxaneyê

- Daxwaznameyên girtiyan ên ji bo hevdîtina bi rêveberiyê re mûxatap nabîne

- Xwarin qirêj e

- Buhayê kantînê zêde ye û alavên dema wan a bikaranînê bihurîne, ji girtiyan re tên dayîn. Girtiyên ji ber xwarina van nexweş ketine, nayên dermankirin.