Li Girtîgeha Çewlikê planên provokatîf
Li Girtîgeha Çewlikê planên provokatîf
Li Girtîgeha Çewlikê planên provokatîf
Dîlên azadiyê ku li girtîgeha Tîpa M a Çewlikê dimînin, zextên ku li ser van tên kirin bi rêya nameyê ji rojnameya Azadiya Welat re şandin.
Dîlên azadiyê yên li Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê dan xuyakirin ku li ser wan zext û pêkanînên hovane hene. Dîlên azadiyê destnîşan kirin ku di pêvajoyên dawî de ji hêla îdareyê ve û bi taybetî jî ji aliyê mudûrê 1’emîn ê girtîgehê ve yê bi navê Suleyman Topdemîr û di şexsê mudûrê duyemîn de binpekirinên mezin ên mafan hene.
Ji her aliyê ve li ser dîlan girtekan digirin, cezayên disiplînê didin. Ji bilî ve jî personelên girtîgehê jî li hember dîlên azadiyê tên lihevsorkirin. Dîlên azadiyê daxuyandin ku ji her milan ve mafên van ên civakî jî tên astengkirin, hemû mafên wan tên astengkirin û dixwazin wan bixin bin zordestiya xwe.
Dîlên azadiyê di nameya xwe de wiha gotin: “Ew 2 meh e ku hevalên me yên nexweş nabin revîrê. Hevalên me yên ku nexweşiya wan giran e jî nayên dermankirin. Mafên wan ên civakî jî tên astengkirin. Wekî civakî, sportîf û çandî. Tu mafên me nayên dayîn. Di pêvajoya aştiyê de sekna îdareyê û mudûrê 1’emîn û 2’emîn jî balê dikişîne. Her tim hevalên me tehrîk dikin û dixwazin provokasyonan derxin. Em jî wekî dîlên azadiyê yên di Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê de dimînin ji raya giştî û hemû saziyên sivîl ên civakî û gelê xwe yê welatparêz re bang dikin ku li hember wan pêkanînan bisekinin. Banga me ew e ku zextên li ser me tê kirin di rojevê de bihêlin û bila nerazîbûnên xwe jî li hember wan pêkanînan nîşan bidin. Me wekî daxuyand bila teqez li ser mudûrê 1’emîn û a 2’yemîn ku dixwazin provokasyon derxin bisekinin û wan kesan bila teşhîr bikin. Ji ber ku em dixwazin di pêvajoya aştiyê de li ser dîlên azadiyê jî wan pêkanînan bên rakirin.”