Li Girê Rahmo veguhestina leşkerî
Li Girê Rahmo veguhestina leşkerî
Li Girê Rahmo veguhestina leşkerî
Li navçeya Colemêrg Geverê, li Girê Rahmo yê herêma Dostkî, hejmareke zêde leşker hatin veguhestin.
Hat ragihandin, ev çend heftena li Girê Rahmo yê lê "Konê Çareseriyê" hatiye vedan, leşker tên veguhestin. Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Geverê jî ji bo meşa ber bi Girê Rahmo ve bang li herkesî kir ku ji 7 heta 70 salî bi awayekî girseyî beşdar bibin.
Li qada meşê lê were kirin, duh bi şev heta îro danê sibê bi 60 maşînên leşkerî yên bi navê Kîrpî, leşker hatin veguhestin. Her weha danê sibê helîkopterên ji Fermandariya Tumenê ya Sêyemîn rabûn, hejmareke zêde leşker danîn ser Girê Rahmo.