Li girava Kos a 7 hezar penaber lê civiyan e 'dibe ku xwîn birije'

Yewnanîstan a ku di 7 mehên destpêkê yên sala dawî de 124 hezar penaber hatin, nikare bi pirsgirêkên koçberiya ji nişka ve.

Yewnanîstan a ku di 7 mehên destpêkê yên sala dawî de 124 hezar penaber hatin, nikare bi pirsgirêkên koçberiya ji nişka ve. Li girava Kosê ku her roj bi sedan penaber ji Tirkiyeyê bi rehetî xwe digihînê, bangên rewşa lezgîn tên kirin.

Şaredar nameyek ji Atînayê re şand û hişyariya; eger tedbîr neyê girtin 'dibe ku xwîn birije' da.

Li girava Kosê ya ji 30 hezar nifûsî ye, ji ber ku 7 hezar penaber lê civiyan, burokrasî bê çare ma. Şaredarî jî banga alîkariya lezgîn dike. Şaredar Yorgo Kyrîrzîs di nameya xwe ya ji bo Atînayê de diyar kir ku eger dest li rewşê neyê werdan li giravê 'dibe ku xwîn birije'.

Tê gotin ku polîsan gelek caran dest li pevçûna di navbera penaberan de werdane. Her wiha di navbera polîs û penaberan de jî gelek caran alozî derdikeve.

Ji destpêka vê salê û vir ve 124 hezar penaberan xwe gihandin Yewnanîstanê û piraniya van jî di ser Tirkiyeyê re çûne. Hikûmeta Yewnanîstane ya nikare bi pirsgirêka penaberan, hefteya bihurî banga alîkariyê li Yekîtiya Ewropayê kiribû.