Li Geverê yekem car çalakiya şemiyê hat lidarxistin
Li Geverê yekem car çalakiya şemiyê hat lidarxistin
Li Geverê yekem car çalakiya şemiyê hat lidarxistin
Li Geverê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin yekem car çalakiya "Faîlên nediyar" hat lidarxistin. Di çalakiya îro de çîroka Haci Kadir Keremoglu ku di sala 1995'an de ji aliyê JİTEM'ê ve hat revandin û windakirin hat xwendin û xwestin kujer bên darizandin.
Li Navçeya Colemêrgê Geverê yekem car bi boneya hesap ji kujeran bê pirsîn û winda bên dîtin çalakiya "faîlên nediyar" hat lidarxistin. Di çalakiyê de xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Colemêrgê li kolana Hunerê ya Geverê kom bûn û çalakî pêk anîn Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Necibe Güneş Perinçek, anî ziman ku wan li Geverê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li hev kom kirine û dixwazin hesabê windayên di salên 90'an de bipirsin. Guneş, da zanîn ku wan li Qada Galatasarayê, Amed, Êlih, Cizîr û Rihayê çalakî dene destpêkirin û li Mêrdîn û Sîlopiyê jî çalakiyên xwe berdewam dikin. Guneş Perînçek, anî ziman ku ji bo kujerên tarî roni bikin xwestin li vir jî çalakiyê pêk bînin.
Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Bedîrhan Alkan jî anî ziman ku di şerê 30 salan de gelek can winda bûne û ji bo kujerên nediyar ronî bikin li hev kom bûne.
Di yekemîn çalakiya şemiyê ya Geverê de çîroka Hacî Kadîr Keremoglu ku di sala 1995'an de li Wanê hat revandin û hat windakirin hat xwendin. Neviyê Keremoglu Îlhami Keremoglu çîroka kalikê xwe vegot û wiha got: "Neviyê min xwediyê şîrketa otobusa Van Turê bû. Di serdema Tansu Çiller de hat windakirin. Wê demê Çîller gotibu "Di destê me de lîsteya karmenên kurd ên alîkariyê didin PKK'ê hene" Piştî vê daxuyaniyê karzanên kurd hatin revandin û windakirin.
Îtîrafkarê JÎTEM'ê Alaattin Kanat, li ser navê Yeşîl ji me 100 hezar dolar xwest. Ji bo em vê yekê defişre bikin me agahî da Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Dema em çûn Silivrî rayedarên polîsan Alaattin Kanat, Mehmet Yazicioglu û Nizamettin Kutlû li ser sûc zeft kirin.
Di 14'ê Nîsanê de Kalikê min û Şehmus Durak bi hevre derketin û hatin windakirin. Şahidan anîn ziman ku Şehmus ji JİTEM'ê re dixebitî û teslîmî Yeşîl û Alaattin Kanat hat kirin. Piştre me bihîst ku birine navenda JÎTEM'ê û piştre birine Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Wanê. Lê piştre em carek din negihiştin Şehmus. Me wekî malbatê serî li hemû dezgehên fermi yên dewlete dan lê me agahî bi dest nexist.
Piştre çîroka Abdullah Canan hat xwendin. Kurê Abdullah Tayyup Canan çîroka bavê xwe xwend. Canan, anî ziman ku bavê wî di 27'ê Cotmeha 1995'an de li gundê Befircanê yê Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkerên Tabûra Fermandariya Çiyê ya Geverê ve hat windakirin. Tayup Canan, anî ziman ku Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyê ya geverê Mehmet Emîn Yurdakul, Serbaz Nîhat Yîgiter û Tegmen Bulent Yetut bang li bavê wî Abdullah Canan kir û piştre hat windakirin.
Canan, xwest derbarê fermandarên tabûra komando Mehmet Emin Yurdakul, Nîhat Yîgîter û Tegmen Bulent Yetut de lêpirsîn bê destpêkirin û hesap ji wan bê pirsîn.
Çalakiyê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.