Li Geverê ji bo girtiyên nexweş 50 hezar îmze hatin komkirin

Li Geverê ji bo girtiyên nexweş 50 hezar îmze hatin komkirin

Nûneriya TUHAD-FED a Geverê 50 hezar îmzeyên ji bo serbestberdana girtiyên nexweş berhev kiribû, ji Serokkomarî, Serokwezaretî, Wezareta Edaletê û Meclîsê re şand.

Bi armanca serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan tên ragirtin, TUHAD-FED Şaxê Geverê di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji 8'ê Îlonê û vir ve dimeşîne de, 50 hezar îmze kom kir.

Îmze li dû daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya nûnertiyê, ji saziyên pêwendîdar re hatin şandin.

Rêvebera TUHAD-FED Şaxê Geverê Leyla Baran bal kişand ser pêkanînên kêfî yên li hemberî girtiyên nexweş û got, "Bi van îmzeyan re em dixwazin qîrîna girtiyên nexweş bidin bihîstin, wicdanên qeşagirtî pê bihesînin û dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Her kêliya ragirtinê ya girtiyên nexweş, îşkenceya herî mezin a li dijî mirovahiyê ye. Ji bo dawî li vê îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê bê anîn em van îmzeyên berhevkirine ji Serokkomarî, Serokwezaretî, Wezareta Edaletê û Serokatiya Meclîsê re dişÎnin û dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.

Li dû daxuyaniyê girseya gel bi pankarta bi nivîsa "Bila zîndana vala bibin. Aştiyeke bi rûmet pêk were" heta PTT'yê meşiya û 50 hezar îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de berhev kirin, ji Enqereyê re şand.