Li Geverê gêrîla Ozek hate bîranîn

Li Geverê gêrîla Ozek hate bîranîn

Li Navçeya Geverê gêrîlayê HPG'ê Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) ku di sala 2012'an de li navçeya Pinarbaşi li dijî Midûriyeta Polîsan a Binarbaşi êrîş pêk anî û jiyana xwe ji dest da bi mewlûdekê hat bibîr anîn.

Gêrîlayê HPG'ê Cengiz Ozek (Erîş Dildar) û Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) di êrîşa 26'ê Gulana 2012'an de li dijî Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê êrîş pêk anîbûn û jiyana xwe ji dest danbûn. Cenazeyên wan encama testa DNA'yê diyar bibû.

Malbatê cenazeyê zarokên xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê wergirtibûn û li Geverê bi girseyî defin kiribûn. Nûnertiya MEYA-DER'ê ya Geverê li ser gora Cengiz Ozek kom bûn û bernameya bîranînê pêk anî. Malbata gêrîla Ozek nûnerên saziyên sivîl û gelek kesên din tiv li bernameyê bûn. Dayîka gêrîla Ozek Nesrin Ozek anî ziman ku, çalakiya kurê wê gelek tişt dan wê û nameya ku li pey xwe hişt bêtir ew tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd kirin û wiha got: "Em bêhtir bi tekoşîna gelê Kurd ve hatin girêdan. Em dê xeta kurê xwe û rêya Rêberê xwe esas bigirin. Em di şexsê kurê xwe de soz didin hemû şehîdên xwe." Piştî axaftinan dua hatin kirin.