Li Fransayê rewşa dawî ya bêkariyê hêvî da Hollande

Li Fransayê, xeyalên wergirtina encameke erênî ji polîtîkaya aboriyê ya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) careke din taloq bûn.

Li Fransayê, xeyalên wergirtina encameke erênî ji polîtîkaya aboriyê ya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) careke din taloq bûn. Li gorî daneyên Wezareta Xebatê hejmara bêkaran a li welêt hezar 300 kes zêde bûye û ev yek hejmara zêdebûna herî kêm a hejmara 3 salên dawî ye, lewma 'moralê' dide.

Tevî mirovên bi temamî bêkar in re hejmara bêkarên kategoriya A gihîşt 3 mîlyon 553 hezar 500 kesî. Bi bêkarên hinekî dixebitin re hejmar 6 mîlyon 73 hezar 600 e. Bi vî rengî zêdebûna bêkariya li hemû kategoriyan di meha Gulanê de 10 hezar e.

Ji Gulana 2012'an dema destpêkirina wezîfeya Hollande û vir ve, hejmara bêkariyê ya di nava ciwanan de bi rêjeya ji sedî 9 re 44 hezar zêde bû. Lê belê di nava sala dawî de di bêkariya li nava ciwanan de ji sedî 1,1 kêm bû.

Hollande ji nû ve namzetbûna xwe ya di sala 2017'an de bi şertê kêmkirina bêkariyê ve girêdabû. Lê belê ji dema destpêkirina wezîfeya Serokkomarê sosyalîst û vir ve hejmara bêkaran 630 heza zêde bû.