Li Fînlandiyayê meşa mezin a li dijî nîjadperestiyê

Bi hezaran kesên li Fînlandiyayê li dijî nîjadperestiyê daketin kolanan, dilsoziya xwe ya bi pirçandiya welêt anîn ziman.

Bi hezaran kesên li Fînlandiyayê li dijî nîjadperestiyê daketin kolanan, dilsoziya xwe ya bi pirçandiya welêt anîn ziman.

Li dijî gotinên nîjadperestî yê Parlamenterê Fînlandiyayiyên Rastî (FP) Ollî Îmmonen, zêdeyî deh hezar kes daketin kolanan û destnîşan kirin ku wê dest ji rewşa pirçandîtî ya welêt bernedin. Xwepêşandêrên li paytext Helsînkî civiyan, bi pankart û dowîzên xwe re nîşan dan ku Fînlandiya welatekî ji gelek çandan e. Hin ji xwepêşandêran jî xwestin Îmmonen îstifa bike.

Di xwepêşandana mezin de, gelek siyasetmedarên ji nûnerên partiyên siyasî yên bi FP re tifaq kirine, amade bûn. Rayedarên polîsan diyar kirin ku xwepêşandan bêyî bûyerek biqewime, bi dawî bûye.

Ollî Îmmonen pêr bi rêya Facebookê peyamek weşand û got, "Neteweyeke wêrek û xurt xeyalê min e, ku karibe xewreşka bi navê pirçandîtiyê têk bibe." Siyasetmedaran jî nerazîbûneke mezin nîşanî van gotinên Îmmonen dabûn.

Fînlandiya ya ji nifûsa 5,5 mîlyonî, ji sedî 3,5 ê nifûsa wê biyanî ne. Li vî welatî Swêdî, Laponî, Rûs, Romen û gelek xwecihî dijîn.