Li Ermenîstanê kurtaja zayendîparêz tê qedexekirin

Li Ermenîstanê, pêşnûmeyeke ku kurtaja li gorî zayend tê kirin qedexe dike, hat rojeva Meclîsê.

Li Ermenîstanê, pêşnûmeyeke ku kurtaja li gorî zayend tê kirin qedexe dike, hat rojeva Meclîsê.

Ev eger pêşnûme qanûn were qebûlkirin, wê li Ermenîstana xwedî rewşeke mûxafazakar, bibe gaveke nû.

Pêşnûme qanûn di 2'ê Tîrmehê de pêşkêşî parlamentê hat kirin. Pêşnûmeya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hat qebûlkirin, bi awayekî vekirî hemû kurtajên bijarker, qedexe dike. Bi vê pêşnûme qanûnê re bi taybetî di dema ducaniya navbera heteyên 12 û 22'an de, bêyî erêkirina doktorekê/î, kurtajê qedexe dike.

Jinên di navbera hefteyên 12-22. ên ducaniyê de dixwazin dixwazin kurtajê bikin, divê ji nexweşxaneyekê belgeyeke nivîskî werbigirin û sê rojan li bendê bisekinin. Di nava vê demê de wê psîkolog û pispor, ji bo vegotina encamên vê daxwazê bi jinê re bixebitin.

Li gorî kovara Ermenîstana Nû "La Noûvelle Armenîe", doktorên vê qanûnê binpê bikin wê bi dayîna 70 heta 100 qat zêdeyî muçeyê kêmtirî cezayê pere bên cezakirin. Doktor li Ermenîstanê 55 hezar dram, yanî 115 dolar muçeyê kêmtirîn digirin.

Zelal nebû ku pêşnûme qanûn wê kengî bê nîqaşkirin, lê belê tê plankirin ku parlament di meha Îlonê de vebe.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê, ji ber ku zayenda pitik jin e, her sal 2 hezar kurtaj tên kirin. Di dema Sowyetan de ev pêkanîn kêmtir dihat dîtin. Pispor di wê baweriyê de ne ku kurtaja bijarker, ji sala 1991'ê û vir ve bandorê li nifûsa Ermenîstanê dike.