Li Elmanyayê pêkanîna heqê rê hat taloqkirin
Elmanyayê biryar girt ku pêkanîna heqê rê ya ji bo kesên wesayîtên biyanî bikar tînin û li YE’yê bi awayekî tund hatibû pêşwazîkirin, taloq bike.
Elmanyayê biryar girt ku pêkanîna heqê rê ya ji bo kesên wesayîtên biyanî bikar tînin û li YE’yê bi awayekî tund hatibû pêşwazîkirin, taloq bike.
Elmanyayê biryar girt ku pêkanîna heqê rê ya ji bo kesên wesayîtên biyanî bikartînin û li YE’yê bi awayekî tund hatibû pêşwazîkirin, taloq bike.
Wezîrê veguhestinê yê Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Xiristiyan (CSU) ku hevkarê biçûk yê hikûmetê ye Alexander Dobrîndt, diyar kir ku pêkanîna heqê rê niha dane sekinandin. Dobrîndt da zanîn ku wê pêkanîn li bendê encama doza ku Dîwana Edeletê ya Ewropayê ya ji aliyê Komîsyoan Yekîtiya Ewropayê ve hatiye vekirin, bipê.
Li gorî şertên normal divê ev pêkanîn di 2016’an de pêk bihata. Ji ber biryara Dîwana Edeletê tê payîn, li gorî ‘hiqûqa YE’yê’ jî wê herî zû di 2017’an de bikeve meriyetê. Tê payîn ku dadgeh di nava du salan de biryarê bide.
Alexander Dorîndt ji rojnameya Bîld re axivî û diyar kir ku îhaleya berê hatiye plankirin wê bê taloqkirin.
Partiya CSU, dixwaze heqê rê yên ji bo wesayîtên giran hîna derbasdarin, ji bo hemû wesayîtan derbasdar be. Lê bi vê pêkanînê zêdetir wesayîtên plaqeyên wan biyanîne hedef tên girtin û ji ber vê YE’yê bertek nîşan dabû.