Li Êlihê bi hezaran kes ji bo Ozcan Temel meşiyan
Li Êlihê bi hezaran kes ji bo Ozcan Temel meşiyan
Li Êlihê bi hezaran kes ji bo Ozcan Temel meşiyan
Li Êlihê, ji bo Ozcan Temel ê di encama êrîşa çekdarî ya komek ji endamên Huda-Par'ê roja 2'ê Mijdarê jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes meşiyan.
Meş bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Êlihê hat kirin û êrîşkar hat şermezarkirin. Bi armanca protestokirina qetilkirina Temel, li ber Nexweşxaneya Feradîn daxuyanî li çapemeniyê hat dayîn.
Li dû daxuyaniya çapemeniyê, girseya gel a di nav de nûnerên gel ên BDP'yî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, ber bi Taxa Petrolê ya Temel ê hat qetilkirin meşiya.
Meşa girseya gel a bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Kujer Huda-Par", "Kujer Hîzbûllah" û "Ozcan Temel namire" dewam dike.