Li Elcewazê cerdevanekî cotkarek qetilkir
Li Elcewazê cerdevanekî cotkarek qetilkir
Li Elcewazê cerdevanekî cotkarek qetilkir
Li navçeya Elcewaz a Bedlîsê welatiyê binavê Ebdulkerîm Demîr ji aliyê cerdevanên gund ve hate kuştin. Demîr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li navçeya Elcewaz a Bedlîsê, di navbera cotkarê binavê Ebdulkerîm Demîr û cerdevanê ku navê wî nehate zanîn li gundê Norşîncîkê li ser meseleya ‘kayê’ nîqaş derket. Piştî nîqaş mezin bû, cerdevan bi tifinga nêçîrê Demîr kuşt. Cerdevan hate binçavkirin û sewqî edliyeyê hate kirin.
Cenazeyê Ebdulkerîm Demîr ê ji aliyê cerdevan ve hate kuştin, hate hînbûn ku piştî otopsiyê dê bê defin kirin.