Li Efrînê Sazî û rêxistinên civakî “dîwarê şermê” şermezar kirin

Li Efrînê Sazî û rêxistinên civakî “dîwarê şermê” şermezar kirin

Rêxistin û saziyên li herêma Efrînê çêkirina “dîwarê şerêmê” yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê çêkirin, şermezar kirin.

Tevgera  Ciwanên Şoreşger û Rêxistina Yekîtiya Star ên Cindêrisê, Enstîtuya Wêje û Ziman a Şehîd Viyan Amara û Komeleya Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd bi daxuyanî û çalakiyan çêkirina “dîwarê şermê” şermezar kirin. Saziyan her wiha berxwedana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî çêkirina dîwar jî pîroz kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya qirêj li dijî kurdan didomîne, lê gelê Kurd li hemberî  siyasetên  dagirker ên ku hewldidin yekîtiyan kurdan têk bidin, liber xwe dide. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd yek fikir, can û laş e, lewre siyasetên parçekirinê tu bandorê çênakin.

Di daxuyaniyan de çêkirina “dîwarê şermê” yê ji aliyê Hikûmeta Tirk ve tê çêkirin û kiryarên dewleta Tirk wê rê li ber encamên nebaş veke û hate gotin: “Bila Hikûmeta AKP’ê û dewletên dijî gelê Kurd bizanibin ku têlên wan di navbera kurdan de danîne zingar bûne, berxwedana gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê têl derbas kirine û wê dîwarê şermê jî hilweşînin.”

Di daxuyaniyan de çalakiya rojiya mirinê ku Şaredara Ayşa Gokkan li dijî dîwarê şermê ev 8 roj e daye destpêkirin hate silavkirin.