Li Efrînê 6 şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin

Li Efrînê 6 şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin

Bi hezaran ji welatiyên herêma Efrînê bi merasimekê cenazeyên 6 Şervanên YPG’ê yên ku di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li derdora gundê Cilbirê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê di navbera dîrokên 28-29’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin oxirkirin.

Merasima 6 şervanên YPG’ê bi kerwanekî ji pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê ber bi Goristan Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hatin oxirkirin.

Li ser goristana Şehîd Refîq merasimên leşkerî dê werin lidar xistin.

Nasnameya 6 şervanên YPG’ê wiha ne: Rifet Hisên binasnav Xabûr, li Efrîn - Cilbirê 28-10-2013 jiyana xwe ji dest da. Kemal Hisên binasnav Hawar, li Efrîn – Bênê 28-10-2013 jiyana xwe ji dest da. Hisên Kilîno binasnav Şerciwan, li Efrîn-Bênê 29-10-2013 jiyana xwe ji dest da. Mihemed Îbrahîm binasnav Bavê Dîk,li Efrîn – Cilbirê 29-10-2013 jiyana xwe ji dest da. Eswed Mistef binasnav Bahoz Ehmed, li Efrîn – Qestel Cindo 28-10-2013 ji yana xwe ji dest da. Şervan Mihemed binasnav Şoreş Rojava, li Efrîn – Cilbirê 29-10-2013 jiyana xwe ji dest da.