Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

Li derdor gundê Yazî Bax û Meerîn ên Efrînê 2 endanên DAIŞ'ê hatin kuştin û 4 wesayîtên wan bi kesên tê de hatin ruxandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin çekdarên koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji herêma derdora gundên Yazî Baz û Meerîn 2 caran hewl dan êrîşî bendên YPG'ê yên li derdora gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê bikin.

Hate gotin ku li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û di encamê de pevçûn derketin.

Çavkanyên YPG'ê destnîşan kirin ku 2 endamên komên çete hatin kuştin û 2 birîndar bûne.

Hate gotin ku di heman demê de hêzên YPG'ê li dijî wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin û di encamê de 4 wesayîtên çeteyan bi kesên têde hatin ruxandin.

Der barê hejmara kuştiyan de agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.