Li Dusseldorfê Kurdistaniyan dîsa gotin "Edalet"
Li Dusseldorfê Kurdistaniyan dîsa gotin "Edalet"
Li Dusseldorfê Kurdistaniyan dîsa gotin "Edalet"
Di çarçoveya kampanya "Em Edaletê dixwazin" a ji bo ronîkirin û darizandina kujerên komkujiya Parîsê her Çarşemê li Dusseldorfê çalakî pêk tê, îro jî xwepêşandanek hat lidarxistin.
Di çalakiya li ber Konsolosa Fransayê ya bajarê Elmanya Dusseldorfê belavok hatin belav kirin û der heqê komkujiya Parîsê de axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de hunermend Navdar sirûda Çerxa Şoreşê got û dûre belavoka li ser komkujiya Parîsê hatibû amadekirin, hat xwendin.
Piştî çalakiyê, 120 kartpostalên wêneyên siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Parîsê hatin kuştin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn, ji postaxaneya navendî ya Dusseldorfê ji rayedaran re hatin şandin.