Li Dîlok û Amedê banga 1'ê Gulanê

Li Dîlok û Amedê banga 1'ê Gulanê

Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Dîlokê belavok belavkirin û bang tevlîbûna 1'ê Gulanê kir. Li Amedê jî bi heman armancê ji bo tevlîbûna mitînga sibê bang hate kirin.

Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya ji saziyên weke TURK-ÎŞ, DÎSK û KESK pêk tê têkildarî 1'ê Gulanê li Parqa Balikliyê daxuyanî da çapemeniyê. BDP, ESP, ODP, OSP, Partiya Yeşîller û Sol Gelecek gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de têkildarî mijdarê de pankrat hate vekirin û slogan hatin qîrkirin. Li ser navê Komîteya Amedekar Berdevkê Demê yê Şaxên KESK'ê Omer Faruk daxuyanî xwend û diyar kir ku, 1'ê Gulanê li hemberî hikûmetê û desthilatdariyê muxalafeta civakî zêde dibe û dê wisa pîroz bikin û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo edalet, wekhev, azadî, aştî û demokrasiyekî rast dewetî mitînga 1'ê Gulanê roja çarşemê di seet 12.30'an dikin. "

Piştî daxuyaniyê li kolanên Karagoz, Gazîler, Ataturk, Îstasyonê belavok hatin belavkirin.

AMED

Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê jî bi heman armanc li navenda giştî ya li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Selahattîn Gultekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku, Kurd ji ber tirkî nizanin li saziyên dewletê kar peyda nakin. Gultekîn anî ziman ku, bi polîtîkayên asîmîlasyonê kurdan bi birçîbûnê dixwazin terbîye bikin û wiha got: "90 salin ji bo Kurd di saziyên dewletê de bixebitin şertê tirkî hinbibin pêk anîn. Hêj jî mixabin ev polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin. Ji ber vê yekê divê gelê me bi kincên xwe yên gelerî tevlî mitînga 1'ê Gulanê bibin."