Li dijî xebatên restorekirinê ya Wanê bertek

Li dijî xebatên restorekirinê ya Wanê bertek

Li Wanê ji ber erdhêjên di 23’ê cotmehê û 9’ê mijdarê de pêk hatine minareyên mizgefên Kayaçelebî û Husrevpaşa xesar dîtibûn. Ji b ovan mizgeftan û gelek avahiyên dîrokî di 2012’an de îhale hat kirin û îsal xebatên restorasyonê dest pê kir. Der barê xebatan de sekreterê TMMOB a Wanê ya ÎKK’ê Şemsettîn Bakir axivî û got: “Dema em van cihên dîrokî restore dikin divê em avahiya wan a esas xera nekin û li hember erdhêjê bi hêz bikin. An jî tenê di warê dîtbarî de pêkanîna restorasyonê zirarê dide dîrokê. Hem jî li dijî erdhêj û xwezayê naparêze.”

Li Wanê piştî du erdhêjên mezin xebatên restorasyonê yên ji bo cihên dîrokê kêm dimîne. Bi taybet tê xwestin ku warên dîrokî yên ne li gorî restorasyonê ne, restore bikin û li dijî erdhêjê bi hêz bikin.

Sekreterê ÎKK YA Wanê ya TMMOB Şemşettîn Bakir, da zanîn ku heta niha kesên hatin desthilatdariyê li dijî rastiya erdhêjê ewlehî negirtiye û got: “Wanê ji şaristaniyên mezin re maolvanî kiriye. Xwedî mîrateyeke çandî ya mezine. Mixabin me dîroka û çanda şaristaniya qedîm Wanê ji bo pêşerojê amade nekir. Em xwedî li dîrokî û çanda xwe derneketin. Em li dijî dagirkirin û hilweşînan bê deng man. Ez bi xemgînim dibêjim ku em xwedî li dîroka xwe derneketin. Îro di esasa xwe de divê ev feraset hilweşe. Ancax ev feraset hilweşe wê demê em dê li mîrateya xwe ya çandî xwedî derkevin. Ji bo avahiyên me yên dîrokî tehdîda hilweşînê didome.

JI BO DÎTBARÎ RESTORE NAYÊ KIRIN

Bakir got di dema bihêzkirin û restorekirinê de divê ji endezyarên înşatê fêde bê girtin û wiha got: “ An jî restorekirineke din dê ji restorasyonên îro ne cudatir be. Divê em vê dîrokê ji bo pêşerojê pêşkêş bikin. dersên kum e ji pêşerojê girtine em dê di pêşerojê de heman tiştî hene. Berhemên 3 hezar salî li ser piyanin.  Divê em berhem hêj bi salan li ser piyan bimînin. Divê em li ser piyan bidin hiştin. Wan ku mîrateya çandê ye di heman demê de herêmeke erdhêjê ye. ji ber vê dema em van avahiyên xwe yên dîrokî restore dikin divê em li gorî hîmê wan yên dîrokî, bêyî ku taybetmendiya xwe xera bikin bê restorekirin.

DIVÊ AVAHIYÊN DÎROKÎ BÊ RESTOREKIRIN

Bakir da zanîn ku divê avahiyên dîrokî li gorî avabûna xwe bên parastin û got: “Beyî ku avahî bên hilweşandin divê bê parastin. yanî divê divê ji aliyê mîmarekî ve proje bê amade kirin û ji bo nêrîna Lİjneya Parastinê bê pêşkêşkirin. Her wiha hemû avahiyên dîrokî yên divê bên restorekirin divê bi bin kontrola mîmînar, pispor, endezyar, civaknas, ekonomîst, bê derbaskirin.”