Li dijî karekola li Hanî bi hezaran kes meşiyan

Li dijî karekola li Hanî bi hezaran kes meşiyan

Karakola ku li gundê Heriyasor yê navçeya Hanî a Amedê ji bo bikin 'kalekol' hate mezintir kirin ji aliyê bi hezaran kesî ve hate protesto kirin. Çalekiya ku di bin dorpêça leşkeran de hate kirin hişiyariya ku “pêvajoya çareseriyê nedin ber biviran” kirin.

Gundê heriyasor yê ku 30 kîlometre li dorahiya navçeya Hanî a Amedê, karakola ku pêş 28 salan Karakola Topçuya bi mezinkirina wê a ‘kalekolê’ ji aliyê bi hezaran kesî ve hate protesto kirin.

Girseya ku pêş meşê di navde rêveberiya BDP’a Amed, bajarê Çewlikê û Baglar, Kayapinar, rêveberên Hanê û Licê, Meclisa Dayikê Aştiyê a Amedê di navde bi şêweyekî girseyî ber bi gundê Topçûlar ve ketin rê. Girseya ku 1 nêzî gund bûn ji wesayîtên xwe hatin xarê û ber bi gund ve ketin meşê.

Girseyê di tevayê meşê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê dirûşme qêriyan. Robokopên girêdayî cendermeyan û leşkerên teybet perwerde kirî 100 metre nêzî gund li gel wesayitên zirxî barîkat danîn. Dîsan leşkerên bi bergên robokop li girên bilind hatin bi cih kirin.

Girseya ku 50 metre dûrî barîkata leşkeran danî rawestan li ser navê girsê Hevserokê BDP’a Bajarê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz û heyeta li gel wî li gel rayedarên leşkerî hevdîtin çêkirin. Di hevdîtinê de rayedarê leşkerî wiha got: “Karakol di rewşekî ku têde neyê jiyîn deye. Werin hun dixwazin ez nîşanî we bidim.”  Yilmez wiha got: “Tişta ku pêwiste dewlet bike tiştên mirovaneyî ne. Ti faydê van ji bo aştiya Tirkiyê nîne.”

Li ser vê yekê rayedarê leşkeran bersiva ku: “Em leşkerîn. Siyasetê nakîn. Li vir hatina me a hember hev ne raste.” Di vê kêliyê hinek gundiyan nerazîbûna xwe bi dengekî bilind anîn ziman. Girseyê di dema rawstandinê de li ser hev dirûşmeyên li dijî dewletê qêriyan. Piştî hevdîtinê ku barîkat hate rakirin, girseyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê dirûşme qêriyan û dest bi meşê kirin. Piştî meşa ku nêzê 50 metreyan daxuyaniya çapemeniyê pêk hat. Pêş daxuyaniyê girsê bi merşa “Çerxa Şoreşê” deqeyek rêzgirtin pêk anî.

Piştî ku deqeyek rêzgirtin li gel lêdana çepik û avêtina tîlîliyan daxuyanî Hevserokê BDP’ê yê Bajarê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz pêk anî. Yilmaz ku diyar kir ji bo Kurdistana azad bi salane bedel têne dayîn wiha dewam kir, “û hîna di dayinê de em berdewam dikîn.”

Yilmaz ku diyar kir pêvajoya çareseriyê bi peyama Ocalan a 21’ê Adara  Newroza Amedê şûnde hîvî cardin ji nûde şîn bûn û got ku gelê Kurd ji bo vê hêviyê 35 sale tekoşînekî mezin meşandiye. Yilmaz ku diyar kir bedelên hatine dayîn ji bo jiyanekî azad û demokrasiyekî bi rûmetin. Yilmaz diyar kir ku tekoşîna ji bo azadî û demokrasiyê dane li hemberî vê zihniyeta dewletê ne hatiye gûhertin.

Yilmaz ku diyar kir coxrafya Kurdan hemû demê di bin asimilasyon û soykiriman re derbaz dibe û wiha dewam kir: “Lê li hemberî vê tekoşîna azadiyê a Kurd demek dirêje tekoşînê dike. Di nava vê pêvajoyê de jî tişta ku dikeve ser mile gelê Kurd bi cih anî. Lê dewleta ku di pêvajoya çareseriyê de gavek jî ne avêtiye karakol û barajan çêdike. Em jî dibêjîn em aştiyekî bi rûmet dixwezîn û karakol û bendavan çênekin. Çareseriya pirsgirêkê ne çêkirina karakolane, çareseriya karakolê Îmraliye. Azadiya Birêz Abdullah Ocalane. Ji bo azadî û demokrasiyê gelê Kurd hemû demê amade ye.”
Piştî daxuyaniyê şûnde girsê çalekiya rûniştinê pêk anî. Çalekiya rûniştinê ya ku deh deqeyan dewam kir di vê demê de ji aliyê endamên Meclia Dayikên Aştiyê ve stran hatin gotin. Çalekiya ku car caran merş jî têde hatin gotin, girseyê bi lêdana çepik û tîlîliyan çalekiya xwe bi dawî kirin.