Li dijî êrîşa Amûdê meş
Li dijî êrîşa Amûdê meş
Li dijî êrîşa Amûdê meş
Tevgera Ciwanên Şoreşger, li Qamişlo bi aramavca şermezarkirina êrîşa li dijî yekîneya YPG᾿ê li Amûdê û teqîna Qamişlo ku li nêzî navenda Ciwanên Şoreşger pêk hat, meşiyan.
Meş bi beşdariya sedan kesî, nûnerên PYD, Tevgera Çand û Hunerê, Şaredariya Qamişlo, saziyên civakî yên sivîl, meclîsên taxa û Yekîtiya Star jî di nav de ji ber mizgefta Qasimo bi rêzgirtinê destpê kir. Meşvanên ku alên YPG, Ciwanên Şoreşger, PYD û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo vekirbûn heta çerxeriya Osman Seberî meşiyan. Li vir meş veguhezî mitîngê û axaftin hatin kirin.
Axaftina destpêke endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîl Remo kir. Remo diyar kir ku, gelê Kurd qonaxeke bi rûmet jiyan dike û pêwîste ji bo armanca xwe ya azadî û demokrasiyê asta tekoşînê bilind bike.Remo bang li gelê Kurd kir da ku bi yek destî li kêleka hev rawestin û rê ne din kesên dixwazin fitine û tevlîheviyê derbixin. Di mitîgê de endmê PYD᾿ê Samî Mihemed jî axivî û banga hişyariyê li gelê Kurd kir. Mitîngê bi axaftina Şaredariya Qamişlo ku ji aliyê Meaz Ebdulkerîm hate kirin bi dawî bû. Meaz di axaftina xwe de êrîşên li dijî YPG᾿ê şermezar kir.