Li Dihokê termê ciwanekî hate dîtin
Li Dihokê termê ciwanekî hate dîtin
Li Dihokê termê ciwanekî hate dîtin
Li Dihokê şeva borî termê ciwanekê hate dîtin. Rêveberê Pêşîgirtina Gunehbariyê yê bajarê Dihokê ragihand ku, heta niha agahiyên di derbarê nasnameya vî kesî de nehatiye zanîn.
Li gorî agahiyên hatine standin li beramber avahiya Civata Bajarê Dihokê termê ciwanekê (20) hatiye dîtin. Di derbarê bûyerê de Rêveberê Pêşîgirtina Gunehbariyê yê bajarê Dihokê Îsmet Mihemed Fereç da xuyakirin ku, li rexmê hemû lêkolînên hatine kirin, heta niha ne karîne nasnameya ciwanê hatiye kuştin eşkere bikin. Herwiha Fereç da diyar kirin ku, kesê jiyana xwe ji dest daye bi kêrê hatiye kuştin û jibo tesbîtkirina nasnameya wî xebat û lêkolîn didomin.