Li Derya Spî zêdeyî hezar penaber hatin 'rizgarkirin'

Li gorî bîlançoya yekîneya ewlekariya peravê ya Îtalyayê Gûardîa Costîera, di dawiya hefteyê de zêdeyî hezar penaber 'ji xeniqînê' hatine rizgarkirin.

Li gorî bîlançoya yekîneya ewlekariya peravê ya Îtalyayê Gûardîa Costîera, di dawiya hefteyê de zêdeyî hezar penaber 'ji xeniqînê' hatine rizgarkirin.

Di 5 operasyonên roja Yekşemê de 671 penaber hatin rizgarkirin, di nava van de 48 zarok û 108 jin hene. Hat ragihandin ku di çar ji van operasyonan de penaber ên di boteke ji lastîk de bûn, hatine rizgarkirin.

Di operasyoneke din de, penaberên di keştiyeke 137 mîl dûrî girava Sîcîlyayê ji aliyê keştiya Xirvatîstanê ya SB72 Mohorovîcîc ve hatin rizgarkirin.

Di operasyonên roja Şemiyê de jî bot û keştiyên ji 400 penaberên ji Lîbyayê ketin ser rê, hatin rizgarkirin.

Li gorî bîlançoya roja Pêncşemê ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat weşandin, ji 1'ê Çileyê û vir ve hejmara enaberên hatine welatên Ewropayê 224 hezar e. Ji van 124 hezar hatine Yewnanîstanê, 98 hezar jî hatine Îtalyayê.

Lê belê ji sedî 95 ê mirina penaberên ji Derya Spî tên, di rêwîtiya ber bi Îtalyayê de rû didin. Di 7 mehê destpêkê yê vê salê de 2 hezar 100 penaberê ji Derya Spî dihatin welatên Ewropayê xeniqîn.

Di nava bîlançoya dawî ya UNHCR de karesata keştiya ji 700 penaberî ya roja Çarşemê binav bû, cih nagire.